Roger Acun
Çîrok cureyeke edebiyata gelerî ye ku ji senteza pexşan û helbestê pêk tê. Orîjîna çîrokan şîfahî ye lê çîrok bi neqilkirina navnişan ji wextekî derbasî wexteke din dibe, piştre hin kes van keleporên çanda gelerî derbasî nivîsê dikin. Serpêhatiyên ku di çîrokan de tê qalkirin, dibe ku çavkaniya xwe ji rastiyekê bigire jî û dibe ku rasterast xeyalî be jî. Her bi çi rengî diwelide bila biwelide her çîrok ji kaniya fantazya avê vedixwe. Çîrok, ji bo her netewekî xwedî qîmet in ji ber vê xusûsiyeta wan her çi qas di nav netewekê de derketibin holê ji ew, wek cûreyek wêjeyî, navnetewî tên qebûlkirin. Xezîneya çanda gelan, bi riya çîrokan li cîhanê belev dibe.
“Çîrokên Hezar û Şevekê” otantîzma rojhilat bi awayekî efsûnî li ber me radixin. Wek pêlîstokên zarokan “matrûşka” ji hundirê çîrokekê yek a din derdikeve holê. Li devera Hîndîstanê çîrokên feylesof Beydaba bi navê “Pança Tantra“ an jî“ Kelîle Dimne” gencîneyeke din a cîhanê ye. Fablên Aîsophosê yewnanî û Lafontaîneê fransî nimûneyên gelek hêja ne. Braderên alman Girîm, di warê tomarkirina çîrokan de xwedî şohreteke cîhanşûmûl in.
PÊNASEYÊN MOTÎFÊ
Motîf, di wêjeyê de wek şifreyên (qod) çandî, civakî û psîkolojîk tê pênasekirin. Bi arîkariya rast xwendina van qodan, mirov, dikare derheqê jiyana netewan de bigihêje gelek tiştên balkêş. Zana Farqînî di ferhenga xwe de motîfê weha terîf dike: “Nîgar, nexş û nimûş.” (Farqînî, 1992: 835) Ferhenga Türk Dil Kurumu dı derheqê motîfî de weha dibêje: “Di berhemekê de regeza ku ji bo ciwankariyê gelek caran dubare dibe.” (TDK Türkçe Sözlük, 1998: 1578)
MOTÎFÊN ÇÎROKÊN KURDAN
Çîrok û motîfên çîrokan bi çand, dîrok û baweriya gelan re têkildar e. Jiyana kurdan jiyaneke di nava siruştê de û piranî bi ajalvanî û çandiniyê derbas dibe. Ji ber vê sedemê di çîrokên kurdan de motîfên ajalan gelekî zêde derdikevin pêşberî me. Ji bilî motîfên ajalan motîfên civakî balê dikişênin. Di çîrokên kurdan de bi awayekî giştî ev motif zêde hatine bikaranîn.
MOTÎFÊN AJALAN
Ajal, di jiyana mirovan xwedî cihekî girîng in. Ji serdemên dêrîn de û heta serdemên modern têkiliya mirov û ajalan her berdewam e. Mirovan li gor hin taybetmendiyên ajalan hin ajal kirine nîşaneya hin kesayeta hin mirovan. Dema behsa wan ajalan dibe kêm zêde di hişê mirov de nîşaneyek tê şayesandin. Di nerîta alegoriya edebiyata gelerî ya kurdî de ji ajalan ve cihekî fireh hatiye veqetandin. Di çîrokên kurdî de motîfên ajalan yên herî zêde hatine bikaranîn ev in.
GUR
Ev ajala, di çîrokên kurdan de remza bêwijdanî, bêbextî û tirs û xofê ye. Di sedan çîroka derdikeve pêşberî me. Carinan bi rovî re dibe destbirak, carinan li pey bizineke belengaz çiya bi çiya digere. Carinan di şikefta xwe de ji birçîna sikencê dikşîne. Bi navê gur û bizin, gur û beran, gur û rovî, gur û şivan hwd gelek çîrok weki fabl hatine gotin.
ROVÎ
Rovî, bi fen û fûtan, bi dek û dolaban derdikeve pêş. Sembola kesên fenek û xapînok e. Di gelek çîrokan da bela xwe di lûsên mirîşkan da dide. Lewra ew, “Mîrê Mirîşkan” e. Hezar dek û dalaba tîne serê ker, gur, kuçik û heta şêran. Carinan di dahfika da teriya xwe winda bike jî ji bo bêterîbûna roviya hewl dide hevalên xwe yên rovî îqna bike kû terî, barekî bîlasebeb e li ser pişta wan e.
BIZIN
Derdê bizinê debara dinyayê ye. Hewl dide biçêre, guhanê xwe bi şîr tije bike û karikên xwe bi şîrê xwe yî paqij û helal bimêjîne. Ev motîf, sembola mirovên ji rêze, (avam) jar û belengaz e. Çîroka “Şengê û Pengê” mînaka herî berbiçav e. Di qedera wê da li hember gur û çeqel, hirç û rovî û keftara gah serkeftin heye gah jî têkçûn.
TAJÎ
Ne bi qasî gur û rovî be jî di çîrokên kurdan da motîfa tajî jî fonksiyonel e. Tajî, di civakê da remza bêkesayetî û bêheysiyetî ye. Rasterast ne ji bo xwe ji bo xwediyên xwe dijminantiyê bi hemcinsên xwe ra dike. Nîşaneya jiyaneke bêqîmet û bêrûmet e.
MIŞK
Tevlî ku di ola îslamê da mişk, ajalekî “heram” tê qebûlkirin jî zehf balkêş e ku di gelek çîrokên kurdan da mişk carinan bi ajaltî û carinan jî bi hûnera teşhîs û întaqê wekî mirovekî derdikeve pêşberî me. Li gor xwe, xwedî kesayetiyekê ye. Çîroka “Kêz Xatûnê” ji bo van şîroveyan, piştrastiyeke baş e.
MAR
Mar, matifeke karîger e. Sembola bêbextî û îxanetê ye. Ji çîroka “Adem û Hewa” bigire heta çîroka navdar “Şahmaran” bi van xusûsiyetan hatiye bikaranîn. Di navbera mar û mirovan da şerekî bêdawî heye. Mirov, mar wek gopalê Şeytên dibînin; Mar jî, mirov mîna xayîna qebûl dikin. Remza “kirasê mar” ji bo tiştên bidestxistina wan dijwar tê bikaranîn.
ŞÊR
Di çîrokên kurdan da şêr, remza hêz, quwet û desthilatdariyê ye. Padîşahê ajala ye. Piranî bi gur û rovî ra derdikeve pêşberî me. Lê tiştekî balkêş e ku di çîrokên kurdan da şêr, bi giranî yextiyar in, nexweş în, birîndar in. Hêz û taqeta wan ji bo neçîrê nema ye. Ji ber van sedeman, şêrên çîrokên kurdî, gelek caran dibin “qeşmer” di destê roviyên fenek de.
KEFTAR
Motîfa keftar, di çîrokên bi berf û bager da zehf tê bikaranîn. Keftar, sembola “tirs û xofê” ye. Di wextên berê da çîrokên keftar, ji teref mezinan ve ji zarokan ra dihatin gotin. Pişt re bi wan keftarên çîroka, ew zarokên “bêhawe” dihatin tirsandin û tepisandin.
Gotina “Heke tu wiha neke, ez ê te bidim keftarê ber derî!” ji zarokan ra tirseke bêdiran bû. Keftar, di çîrokan da piranî keça direvînin û bi wan ra dizewicin. Her keftar, di qûntara çiyayan, xwedî şikefteke asê ye.
KER
Di gelek çîrokên kurdan da “ker” heye. Ker, remza “ehmeqiyê” ye. Mirovên bêaqil û balûle temsîl dike. Hişê wî, li ser teşta zikê wî ye. Ker û rovî, ker û gur, ker û şêr di gelek varyantên çîrokan da tên ba hev. Ker, piranî ji aliyê roviyan ve tên xapandin.
HÛTÊ HEFT SERÎ
Wekî maneya ferhengê hût, ajalekî behrê ye. Tirk, ji wî ra dibêjin “balîna” Lê pir balkêş e ku di gelek çîrokan da bi mezinahiya laşê xwe yê devasa li ser reşahiyê derdikeve pêşberî me. Mîna canewerekî nîv mirov û nîv ajal tê tesavvûr kirin. Heft serîbûna wî, remzeke efsûnî dide atmosfera çîrokan.
Lehengên çîroka hewl didin ku hûtên derdikevin pêşberî wan têk bivin. Piranî keçên ji teref hûta hatine dîlgirtin, ji aliyê lehengên protagonîst tên xelaskirin. Ev motîfa, kelecan û meraqa gûhdar an jî xwendevanan derdixe asta herî bilind.
MOTÎFÊN CIVAKÎ: KIRÎBANTÎ
Kirîbantî, têkiliyeke dostî û mervantİyê ye ku di mabeyne du şexs an jî malbata bi rêya sunetê tesîs dibe. Ji bilî vê di navbera ehlê misilman û xirîstiyana da têkiliyên bi vî rengî hene. Di gelek çîrokan da ji bo avakirina atmosfera civekeke rasteqîn hatiye bikaranîn.
MELE
Mele, motîfek balkêş e di çîrokan da. Mele, her tim bi ser menfeeta xwe mirin e. Di civakê da “rêzdar” tên dîtin. Şexsiyeta wan û wesfa wan a dînî piranî di nav nakokîyên dijwar da didome. Her tim fikrê wan, li ser kar û qezenca wan e. Ji xwarina belaş zehf hezdikin.
Meleyên çîrokan, wekî kesên doxînsist derdikevin pêşberî me. Carinan bela xwe di jinebiyên gund jî didin. Ji bilî meleyên rasteqîn di çîrokên kurdan de meleyên sexte jî zehf in. Ev meleyên sexte, bi alîkariya siûda wan dibin qadirşînasê civakê. Ev yek jî, nîşan dide ku feqîrê belengaz ji bo têrbûn û rêzdariyê di nav xeyalên tevlîhev de digevizin.
GAVAN
Çîrok, bi hemû fesalan, jiyana kesên ku di paxila xwezayê de li ber me radixe. Qey jiyana xwezayê, bê naxwir û gavan dibe? Di çîrokan da gavan, sembola feqîrtiyê ye. Debara xwe û malbata xwe bi nanê dorê dike. Di pergala hiyerarşîk a civakê da “bêqîmet” e. Pirani di çîrokan da keçên wan ên bedew û çeleng hene. Carinan gundî, carinan jî axa, bela xwe di keçên gavana didin.
PÎRIK
Motîfa pîrikê (pîrejin) di çîrokên kurdan da xwedî granîyeke taybet e. Pîrik, sembola gazin û belengazîyê ye. Pîrik, bi giranî tena serê xwe dijîn. Carinan jî tevlî sêwîyê lawikê xwe dijîn. Tevlî temenê xwe yê dirêj dixwazin careke din jî bizewicin û ev daxwaza wan, heta kokek diran di devê wan da hebe didome. Li hember motîfa ciwantî, kêf û zewqê wekî motîfeke dijmotîf (tezat-matîf) tê bikaranîn. Eyarekê dide atmosfera çîrokê ya efsûnî.
XESÛ Û BÛK
Motîfa “xesû û bûkê” motifeke îlhama xwe ji rehên civakê digire. Ne tenê di civaka kurdan da di civaka gelek gelan da “xesû û bûk” wekî du hêzên dijî hev derdikevin pêşberî me. Di çîrokên kurdan da xesû, giranî bi zilim û zora xwe, bi hesûdî û çavsoriya xwe rolek neyênî dilîze. Bûk jî bi gazin û belengaziyên xwe di nav çîrokan da cih digirin. Carinan jî eksê vê rewşê dibe. Di çiroka “xwesî û mişk” de bûk, mişk dibirêje û dide xwesiya xwe. (Öncü, 2006: 138)
SEYDVANÎ
Nêçîr, di dîroka mirovahiyê da xwedî qîmetek girîng e. Di serdema nêçîrvanî û berhevkariyê da mirovan bi hezar salan debara xwe bi nêçîrvaniyê kirine. Di serdema mîrektiyan da gelek mîr, bi zilamên xwe derdiketin nêçîrê. Neçîra kewa di nav kurdan da meşhûr e. Di destana “Siyabend û Xecê” da neçîra “xezalê“ motîfeke balkêş e.
JINEBÎ
Ev motîfa di çîrokan da zehf hatiye bikaranîn. Jinebî, meyla wan her wext li ser zewacê ye. Carinan melayê gund, bela xwe di wan didin. Jinebî, ji derdê “dinya gewrik“ her tim bigazin in. Ji bo debara xwe û sêwiyên xwe bikin hezar cefayê dikşînin. Di naveroka çîrokan de wek amûreke avakirina jiyana rasteqîn hatine bikaranîn.
ETAR
Di gelek çirokan da etar,li gundan tevlî ker an jî hesp û qantira xwe û amûrên firotinê derdikevin ser dika çîrokê. Etar, motîfeke postmodern e. Sembola jîyana gundîtî û gundewarîyê ye. Morîk, ta û derzî, şeh û neynik, loqim û piskuwît, nok û dendik hwd difiroşe xelkê. Buyêrên li cîhekî diqewimin, digîhînin hin deverên din. Di çîrokan da wekî motîfeke dewlemendîya otantîzma jîyana gundewarîyê derdikeve pêşberî me.
GURÎ / KEÇEL
Gurî, lehengekî qerfî ye. Piranî sêwî ye û di ber destê ap û emojina de ye. Zehf zîrek e. Wekî rovî bi dek û dolab e. Ji jiyana yektîp (monoton) heznake. Li himber qaîdeyên civakê wekî hêzeke serhildêr tevdigere. Bûyerên balkêş tên serê wî. Guhdar an xwendevan jî bi wî ra li gelek deveran geştê dikin. Di taliya serencamên wi da guhdar an xendevan ji bi wî ra serwext dibin.
JÎRIK
Jîrik, xwedî kesayetiyeke qaşo “zîrek” e. Hemû kes, wî bi jîrbûna wî nas dikin. Dema pirsgirêkek derdikeve Jîrik, wekî mirovekî şêwirmend derdikeve pêşverî me. Çareseriyên wî elatewş in. Lê ev çareserî, ji xwediyên pirsgirêkan ra gelek maqûl û maqbûl tên pejirandin. Bo nimûne: Di çîrokekê da serê gayê mirovekî dikeve hundirê kûpekî û tê de asê dimîne. Jîrik, pêşniyar dike ku ga, serjêbive û serê wî, ji kûp bê xelaskirin. Dîsa di çîrokekê da dema sûwarkirina bûkekê malbata zavê, dikin nakin bûk serê xwe xwar nake û di derî ra derbas nabe. Asoxî gazî jîrik dikin. Jîrik, dirêjahiya derî û qama bûkê dipîve. Taliya talî dibêje ku: “Hûn wî mîratê bivir ji min ra bînin, ez ê lingê bûkê di kabokan re jêbikim.”
BILÛR
Ev amûra mûzikê, bi tena serê xwe motîfeke kudewar e. Kurdan, hemû êş û keserên dilên xwe bi navgîniya mûzîkê anîne ziman. Bilûr jî, di nav amûrên mûzîkê da amûra ku kurdan herî zêde pê emel kiriye. Dengê wê yî kûr û bişewat, otantîzma kurdan a dewlemend, bi fesaleke folklorîk li ber me radixe. Di çîrokan da ya serleheng, carinan li bilûrê dide yan jî sewta bilûra kalekî rind an jî şivanekî dil bi kûl, wî xemgîn dike. Jixwe bilûr, tivinga şivana ya herî bi hêz e.
AXA
Sembola desthilatdariyê ye. Mal û milkê wî, erd û zevîyê wî rez û pezên wî pir in. Bi sedan cenan, kar û barên wî dikin. Di civakê da ji ber van xusûsiyetan “rêzdar” hatine qebûlkirin. Le ev, rêzdarî ne ji dil e. Rêzdariyeke bi darê zorê ye. Di gelek çîrokan da wekî remza neheqiyê, zilmdariyê, bêbextî û çavsoriyê derdikevin pêşberî me. Her çi qas kêm be ji carinan wekî mirovên dil birehm, qenc, camêr, wêrek, derdikevin holê. Heta carinan serlehengên çîrokê keç û xort hevdû direvînin û xwe davêjin bextê axayekî bi vî rengî. Lê piranî axa, kesayetek nêyênî ye.
MOTÎFÊN FANTASTÎK: ÛC / DÊW
Bi mezinahiyeke ecêp wekî lehengekî remza tirs û xofê tê bikaranîn. Li deşt û zozanan, li ser xaçerêya wekî hêzeke bixof derdikeve pêşberî me. Ûc, di çîrokan da ew qasî mezin tê terifkirin ku dema ûc, dimire laşê wî dirize, karwan, tevlî barê deveyên xwe di hundirê lûleyên hestiyê lingê wî da derbas dibin.
XOCE Û XIZIR
Ev motîfa, motîfeke dînî ye. Di gelek çîrokan da Xocê Xizir, ji nişka ve derdikeve holê û bi awayekî kerametî alîkariyê ji serlehengê çîrokê ra dike. Xocê Xizir, remza safîtî, paqijî, bextê sipî û helaliyê ye. Çîrokbêj, bi saya Xocê Xizir, mudaxaleya bûyeran dike. Cil û bergên Xocê Xizir, sipî boz in. Rîha wî zehf dirêj û berfîn e. Di wechê wî de nûra Xweda eyan dibe.
ŞEYTAN
Şeytan, bi xapandina Adem û Hewa meşhûr e û wekî sedema avêtina mirovan ji cennetê tê dîtin. Ehlê îslamê, gelek şaşî û gunehên mirovan bi “Şeytanê lanetî” ve girêdidin. Di çîrokekê da Şeytan, singê golikê radike û dibe sedema silsîleya gelek bûyerên encam xirab. Pişt ra jî wekî wî tiştek nekiribe dibêje: “Min tenê singê golikê rakir heyran.”
DERDÊ BÊDERMAN
Ev motîfa, gelek caran dibe sebep an jî wesîle ji bo destpêkirina ger û geştek pirrşaxî. Derdên giran, di seranserê dîroka mirovahiyê da mirov zehf bêçare hiştine. Di çîrokan da bi giranî şah an jî qiral, bi derdên bê derman dikevin. Tu hekîm, nikarin çareya derdê wan bibînin. Çîroka “Şahmaran” yek ji wan çîrokan e ku qiral bi derdekî bê derman dikeve û muneccîm dibêjin ku: “Divê qiral, ava goştê Şahmaran vexwe.”
ŞIKEFT
Ev motîfa, numûneyê wê di gelek çîrokên netewan de derdikevin pêşberî me. Di çîroka Suleyman Pêxember da di mîtosa dînî ya Mûsa Pexember da û heta bi şikefta Hîra ya wehî ji Hz. Mûhemmed ra hat, bi awayekî efsûnî derdikeve holê. Di çîroka Şahmaranê da bi motîfa bîrê ve hatiye bênderkirin. Di çîrokên fabilî wekî çîrokên gûr,rovî, keftar, şêr, hirç bi saya motîfa şikeftê atmosfereke otantîk û pastoral tê afirandin.
BÎR
Bi kûrahî, tarî û ava xwe carinan bi bêavbûna xwe, wekî remzek nedîyariyê tê bikaranîn. Carinan lehengekî çîrokê bi şaşî dikeve binê bîrê. An jî hevalên wî, xayintiyê pê ra dikin û wî diavêjin bîrê. Serleheng, hew dibînin çûne bin “heft tebeqê”yê erdê. Carinan rovî, ferşikê binê bîrê wekî seriyê penêr nîşanî gur dide û wî di binê bîrê da dihêle. Ji bîra Yusif Pexember û heta bîra Camasp (Çîroka Şahmaran) motîfa bîrê, motîfeke efsûnî ye.
ENCAM
Di çîrokên kurdan da ji bilî van motîfan gelek motîfên din jî hene. Her motîfek, di binehişîya kurdan da xwedî taybetmendîyekê ye. Kevneşopiya hezar salan, xewn û xeyalên mirovên belengaz, di asoyên berfireh ên çîrokan da bi şêwazên rengîn li ber me tên raxistin.
Motîf, şifreyên (qod) rastîya jiyana netewan di paxila xwe de dihewînin û divê ev şifre, ji alîyê kesên di cureyên zanistên curbicur da kemilîne yek bi yek li gor rêbazên ilmê şîrovayê (Hermenoûtîk) bên şîrovekirin.
Binêre:
1) Zana Farqînî, Türkçe-Kürtçe Sözlük, Weşanxaneya Kurdi ya Stenbol, 1992, r. 835.
2) Komisyon, Türkçe Sözlük, TDK, Ankara, 1998, r. 1578.
3) Mehmet Öncü, Çîrokên Kurdan, cild 1/2, Weşanên Dozê, İstanbul, 2006.
4) Lokman Polat, Çend Varyantên Efsaneya Şahmaran, Weşanên Helwest, İstanbul,1998.
5) Selim Temo, Serê Şevê Çîrokek, Gün Matbaası.